Zinara Erebî: Projeya Erebkirina Rojavayê Kurdistanê

Hewlêr (Rûdaw) - Zinara Erebî ku îro 46emîn salvegera wê ye, projeya erebkirin û guhertina demografiya herêma Cizîra Rojavayê Kurdistanê bû û li gor naveroka pirtûka Mihemed Teleb Hilal pêk hatibû.

Mihemed Teleb Hilal ku serokê istîxbarata Sûriyê bû, ew pirtûk di sala 1963 de amade kiribû.

Dirêjahiya Zinara Erebî 275 kîlometre û kûrahiya wê 10-15 kîlometre bû û ew roja 24.06.11974an ket ware cîbicîkirinê.

Payiza 1974an komkirina Ereban li balafirxaneya Qamişlo dest pê kir û bihara 1975an veguhastina Ereban bidawî hat.

4000 malbatên Ereb li wan deveran hatin bicihkirin, 3.000.000 donim ji Kurdan hat standin, 39 gund bo Ereban hatin avakirin, 335 gundên Kurdan zerar dîtin û 150 hezar cotkarên Kurd bê zevî man.

Li Dêrikê 12 gund û 189.445 donim ketin ber Zinara Erebî û 1.535 Malbatên Ereb li wê devera Rojava hatin bicihkirin.

Li Qamişlo jî 12 gund û 264.900 donim ketin ber wê projeyê û 1.266 malbatên Ereb li wê herêmê hatin bicihkirin. Ji Girê Spî, rojhilatê Qamişlo heta gundê Til Xezal dirêj bû.

Herwiha li Serê Kaniyê jî 15 Gund û 246.686 donim ket ber Zinara Erebî û 1.027 malbatên Ereb li wê deverê jî hatin bicihkirin.