Navenda Nûçeyan – Parêzgariya Rihayê derbarê bûyerên li navçeya Pîrsûsê de daxuyaniyek belav kir û ragihand, “Bila hemwelatiyên me piştrast bin. Agahiyên ku dibêjin di bûyeran de kuştî hene, nerast in.”
Parêzgariya Rihayê da xuyakirin, ku hinek alî bi qestî agahiyên xelet belav dikin û diyar kir: “Li navçeya Pîrsûsê hemû tevdît hatine giritn. Bila hemwelatiyên me piştrast bin. Agahiyên ku dibêjin di bûyeran de kuştî hene, nerast in.”
Li Dibistana Îmam Xetîp a Anadolû ya li Pîrsûsê di navbera du koman de gengeşe derketibû û paşî aliyan dest dabûne çek û kêran. Di bûyerê de 3 kes birîndar bibûn û bi destwerdana polîsan rewş hatibû kontrolkirin.
Gotegotên sextekariyê
Hate gotin, ku li navçeya Pirsûsê grûbeke 30 kesî berdewam hewl didin ku sextekarî û destkariya dengan bikin.
Di vê derbarê de rêveberê yek ji dibistanên Pirsûsê Sercan Açikgoz ku di heman demê de çavdêrê proseya dengdanê ye û alîgirê HDPê ye ji Rûdawê re got ku ji sere sibehê ve ligel destpêkirina proseya dengdanê grûpeke 30 kesî yek bi yek diçin dibistanan û hejmareke zêde ya dengan dixin sindoqan.
Sercan Açikgoz amaje bi wê yekê da ku hêzên polis hevkariya wê grûpê dikin û got: "Hêzên polis ji bo çûna nav navendên dengdanê asankariyan ji wê grûpê re dikin û ew grûp ji kurap û merivên berbijêrê AKPê Îbrahîm Xelîl Yildirim pêk tê.
Sercan Açikgoz da zanîn ku dema wî û hevkarên wî xwestine nehêlin destkariya sindoqên dengdanê were kirin, bi çek gef li wan hatiye xwarin, eziyet dane wan û ji ber metirsiya li ser jiyana wan dest ji sindoqan berdane.
Herwiha li taxa Mizar a Pîrsûsê polîsan otomobîlek dan sekinandin ku di nav de 4 çewal pûsûlayên dengdanê derketin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse