Li Pirsûsê hewldana sextekarî û destkariya dengan

Pirsûs (Rûdaw) - Hat ragihandin ku li navçeya Pirsûsê yê ser bi parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê grûpeke 30 kesî berdewam hewl dide ku sextekarî û destkariya dengan bikin.

 

Di vê derbarê de rêveberê yek ji dibistanên Pirsûsê Sercan Açikgoz ku di heman demê de çavdêrê proseya dengdanê ye û alîgirê HDPê ye ji Rûdawê re got ku ji sere sibehê ve ligel destpêkirina proseya dengdanê grûpeke 30 kesî yek bi yek diçin dibistanan û hejmareke zêde ya dengan dixin sindoqan.


Sercan Açikgoz amaje bi wê yekê da ku hêzên polis hevkariya wê grûpê dikin û got: "Hêzên polis ji bo çûna nav navendên dengdanê asankariyan ji wê grûpê re dikin û ew grûp ji kurap û merivên berbijêrê AKPê Îbrahîm Xelîl Yildirim pêk tê."


Sercan Açikgoz ji Rûdawê re da zanîn ku dema wî û hevkarên wî xwestine nehêlin destkariya sindoqên dengdanê were kirin, bi çek gef li wan hatiye xwarin, eziyet dane wan û ji ber metirsiya li ser jiyana wan dest ji sindoqan berdane.


Ji aliyê din ve CHPê ji ber binpêkirina dengdana li hinek parêzgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê taybetî li bajarê Rihayê serî li Lijneya Bilinda Hilbijartinan da.


Serokê Lijneya Bilinda Hilbijartinan Sadî Guven jî derbarê bûyerên Pirsûsê de daxuyanî da û got, "Li ser mijara hinek îdîayên derbarê asayîşa hinek sindoqên li Pirsûsê kiryarên dadmendî û îdarî hatine destpêkirin.”