Sezai Temelli li Wanê dengê xwe da

Wan (Rûdaw) – Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezai Temelli li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê dengê xwe da û ragihand ku ew hêvî dikin her 8 namzedên wan ên parlementoyê yên Wanê bi ser bikevin.

 

Sezai Temelli ji Rûdawê re ragihand ku ev hilbijartin dê li Tirkiye bibe hêviyeke mezin û got: “Em li her derê Tirkiyê diçin ser sindoqan û xwedî li sindoqan derdikevin, herwiha çavdêr û nûnerên me jî li ser sindoqan in, rojeke xweş e, rojeke tijî hêvî ye, em di wê baweriyê de ne ku em ê vê hêviya xwe sibe jî bibînin.”

 

Li ser pirsa "gelo derbarê ewlekariya hilbijartinan de ti rewşeke neyênî heye an na?” Hevserokê HDPê Sezai Temelli diyar kir: “Heta niha ti zanyariyek negihiştiye ber destê me, em hêvîdar in heta êvarê jî tiştekî wisa çênebe, Tirkiye tevî her tiştî hilbijartineke demokratîk encam bide.”

 

Temelli herwiha eşkere kir ku armanca wan ew e ku her 8 namzedên wan ên parlementoyê yên Wanê bi ser bikevin.

 

Peyamnêrê me Mehdî Mutlu ji Wanê ragihand, tevî ku li bajarê Wanê di hilbijartinên referandumê de beşdariyeke mezin tine bû, di vê hilbijartinê de xelk eleqeyeke mezin nîşan didin.

 

Îro 24ê Hezîranê di saet 08:00ê de pêvajoya dengdanê dest pê kir.