HDPê çend kursî bidest xistin?

Amed (Rûdaw) – Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartinên xula 27emîn a Parlamentoya Tirkiyê de benda %10 derbas kir. Li gor encamên destpêkê HDPê li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 66 kursî bidest xistin.

 

Îro Yekşemî 24ê Hezîran a 2018an, hilbiajrtinên gera 27an a parlamentoya Tirkiyê û hilbijartinên 13mîn gera serokoamriya wî welatî birêve çû û deriyên navendên dengdanê di saet 08:00ê sibehî de hatin vekirin û xelkê wî welatî çûne ser sindoqan û dengên xwe dan.

 

Dengdan ji bo her du hilbijartinan bo dema 9 saetan dom kir û serê saeta 17:00 sindoq hatin girtin û deriyên navendên dengdanê hatin daxistin û piştre û proseya cudakirin û hejmartina dengan dest pê kir.

 

Li gorî encamên ne fermî yên heta niha hatine ragihandin, HDPê li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê rêjeya herî zêde ya dengan bidest xistiye. Herwiha li çend bajarên mezin ên Tirkiyê yên weke Stenbol û Îzmîrê jî çend parlamenteran dişîne parlamentoyê.

 

Navê bajar û hejmara kursiyên HDPê wiha ne:

 

Amed: 9

Wan: 5

Colemêrg: 3

Şirnex: 3

Sêrt: 2

Mêrdîn: 4

Êlih: 4

Bidlîs: 1

Mûş: 2

Çewlîk: 1

Agirî: 3

Igdir: 1

Qers:1

Dêrsim: 1

Riha:4

Dîlok:1

Stenbol: 12

Hatay: 1

Edene: 2

Mêrsîn: 2

Izmîr: 2

Enqere: 1

Kocaeli: 1

Antalya: 1