Pêşmerge zêdetirî 28 hezar donim zeviyên genim ji destê DAIŞê derxist

24-06-2015
RÛDAW
Kerkûk - Genim
Kerkûk - Genim
A+ A-

 

Kerkûk (Rûdaw) – Li Kerkûkê, zêdetirî 28 hezar donim zevî û erdên çandiniyê ji aliyê Pêşmerge ve ji DAIŞê hat standin. Cotkar û xwediyên wan zeviyan jî dixwazin zeviyên xwe bidrûn.

 

Li başûrê Kerkûkê, hêzên Pêşmerge karîn di demên dawiyê de zêdetirî 28 hezar donim zeviyên genim û erdên çandiniyê yên welatiyên deverê ji destê DAIŞê derxînin.

 

Welatî û cotkarên wir jî daxwaz dikin, zeviyên xwe bidrûn. Pêşmerge jî dibêjin, em wan diparêzin û nahêlin ti kes destê xwe bide wan lê heta rayedar û mezinên me nebêjin em nahêlin ew zevî bên dirûtin…

 

Li gorî agahiyên Pêşmerge, hinek ji wan zeviyan ji aliyê DAIŞê ve hatine çandin û hinek jî ji aliyê welatiyan ve…

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst