Sultan Kosen: Jina min çûye Sûriyê û nikare vegere

Mêrdîn (Rûdaw) – “Zilamê herî dirêj” ê cîhanê, Sultan Kosen ragihand, hevjîna wî ku çend roj berê ji bo şîna apê xwe çûbû bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ji ber girtîbûna deriyê sînor nikare vegere. Kosen ji waliyê Mêrdînê alîkarî xwest.

Xortê kurd ê bi navê Sultan Kosen, ku bi bejna xwe ya 2.51 metre wek zilamê herî dirêj ê cîhanê ketiye pirtûka rekoran a Guinessê, Cotmeha par bi keça ji Rojavayê Kurdistanê ya bi navê Merwe re zewicîbû.

Sultan Kosen, îro got ku hevjîna wî nêzîkî 2 hefte berê ji bona şîna apê xwe çûye bajarê Qamişlo lê dema xwestiye vegere deriyê sînorî yê navbera Qamişlo û Nisêbînê girtî bûye lewma nekariye vegere.

Kosen, ji waliyê Mêrdînê Mustefa Taşkesan xwest alîkarî wî bike da ku hejîna vegere mal çimkî ew nikare bê wê bijî.

Hat zanîn, waliyê Mêrdînê jî soza alîkariyê daye Sultan Kosen.