Rastiya bûyera gundê Til Xezal ê Kobanê

24-06-2013
RÛDAW
A+ A-
Kobanê (Rûdaw) - Duh (23.06.2013) li gundê Til Xezal ê ser bi bajarê Kobanê ve 3 welatiyên gund hatin kuştin, 3 welatî û 2 endamên Asayişê birîndar bûn.

Piştî ku nûçuya şerê navbera El- Partî û PYDê belav bû, nûçegihanê Rûdawê ew nûçe sererast kir û got: “Ew şer di navbera gundiyên Til Xezalê yê Kobanê û hêzên PYDê de qewimiye.”

Nûçegihanê Rûdawê eşkere kir ku dema hêzên PYDê zeviyeke heşîşê şêlane, xwediyên zeviyê bi wan re pevçûne û hêzên PYDê jî gule berdane ser wan gundiyan, di encamê de 3 gundî hatine kuştin û 3 jî birîndar bûne. Herwiha du endamên asayîşê yên ser bi PYDê birîndar bûne.

Navên kesên ku di wê pevçûnê de hatine kuştin evin; Mehmûd Ehmed Şahîn, Hêwî Mehemed û kurê wî ku navê wî nayê zanî en. Navên 4 kesên birîndar ên navê wan hatine zanîn jî wiha ye, Rênas Şahîn, Azad Kino Etî, Mistefa Kino Etî û Emîn Kino Etî hatine zanîn.

Gundiyan ji nûçegihanê Rûdawê re gotine ku wan teqe li hêzên asayîşê nekirine. Encûmena Nîşitmanî ya Kurd ya xwecihî li Kobanê jî di daxuyaniyekê de ku li ser rûpela xwe ya civakî ya Facebookê ew kiryara PYDê şermezar kir û bi karekî terorî wesif kir.

Rêveberiya asayîşa Kobanê ya PYDê jî di daxuyaniyekê de ragihandiye ku ew pevçûn piştî teqeya qaçaxçiyên heşîşê li endamên asayîşê derket û di encamê de du endamên asayîşê birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst