Konsulê Îmaratê: Herêma Kurdistanê û Îmarat pêngavên nû davêjin

24-05-2024
RÛDAW
Konsulê Îmaratê yê Hewlêrê Ehmed Zahirî /Wêne: Rûdaw
Konsulê Îmaratê yê Hewlêrê Ehmed Zahirî /Wêne: Rûdaw
Nîşan Îmarat Ehmed Zahirî Nêçîrvan Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Konsulê Îmaratê yê Hewlêrê Ehmed Zahirî eşkere kir ku Herêma Kurdistanê û Îmarat ji bo bihêzkirina pêwendiyan pêngavên nû davêjin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro çû serdana Îmaratê û Serokê Îmaratê Mihemmed Zayid El Nehyan li  Abu Dabiyê pêşwaziya Nêçîrvan Barzanî kir.

Li gorî zanyariyan Mihemmed Zayid El Nehyan û Nêçîrvan Barzanî dê pêwendiyên di navbera Hewlêr û Abu Dabiyê gotûbêj dikin.

“Serdana Nêçîrvan Barzanî derfetek e”

Konsulê Îmaratê Ehmed Zahirî li ser serdana Nêçîrvan Barzanî ya ji bo Îmaratê ji Rûdawê re got:

"Guman di wê yekê de nîne ku pêwendî gelek bihêz û bêhempa ne.

Destpêkê rêzdar Serok Mesud Barzanî bingeha van pêwendiyan danî.

Niha di qonaxeke nû de ber bi bihêzbûna zêdetir û taybetmendiyên berfirehtir pêngavan diavêjin.

Ev serdana gelek girîng a Serokê Herêma Kurdistanê rêzdar Serok Nêçîrvan Barzanî, ji bo dewleta Îmarata Yekbûyî ya Erebî, derfetek e. 

Serdan ji bo bihêzkirina asta qebareya bazirganî ya di navbera dewleta Îmarata Yekbûyî ya Erebî û Herêma Kurdistanê de girîng e ."

Ya ku derbarê Hewlêrê de, Îmarat ji welatên din ên Rojhilata Navîn cûda dike, ew e ku Îmaratê sala 2007an de wekî yekem welat veberhênan di petrol û gaza Herêma Kurdistanê de kiriye.

Kompanyaya Dane Gasê ya Îmaratê li Qada Gazê ya Kormorê jî roleke wê ya mezin heye.

Niha ji bo berfirehkirina çavakaniyên xorakê, Îmaratê dest bi projeyeke çandiniyê li Herêma Kurdistanê kiriye.

Ji bo bipêşketina pêwendiyan di warên sektorên geştiyarî, pîşesazî û bazirganiyê jî de pêngavên nû tên avêtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst