Nêçîrvan Barzanî gihîşt Îmaratê

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi serdaneke fermî çû Abû Dabiyê û dê bi Serokê Îmaratê Mihemed Bin Zeyd Al Nehyan re bicive.

Nêçîrvan Barzanî li Balafirgeha Al Betînê ya Abû Dabiyê bi Alaya Kurdistanê hat pêşwazîkirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de eşkere kir ku Nêçîrvan Barzanî dê îro li Abû Dabiyê bi Serokê Îmaratê Mihemed Bin Zayîn El Nehyan re bicive.

Di berdewamiya daxuyaniyê jî de wiha hat gotin:

“Her du serok, di civînên xwe de, dê li ser derfet û îmkanên zêdetir pêşdebirina pêwendiyên Îmaratê yên bi Îraqê û bi taybetî bi Herêma Kurdistanê di hemû waran de gotûbêanj bikin.

Herwisadê pêşhatên dawî yên herêmî û çend mijarên din binirxînin ku cîhê girîngiya her du aliyan in.”