Li Zapê cerdevanek hat kuştin

24-05-2024
RÛDAW
Nîşan Cerdevan Zap Yahya Yildiz PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Başûrê Kurdistanê cerdevanek li herêma “operasyona Pence Kilîdê” di encama teqîna teqemeniyê de mir.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku 22yê Gulanê li herêma “operasyona Pence Kilîdê” leşkerê wan ê bi navê Vedat Zorba yê 26 salî û cerdevanê bi navê Yahya Yildizê 27 salî di encama teqînekê de mirine.

Wezaretê diyar kir ku wan 23yê Gulanê termê Yahya Yildiz biriye navçeya Dihê ya Sêrtê û li wê derê bi merasîmeke leşkerî hetiye veşartin.

Hat zanîn Yahya Yildiz zewicî ye û zarokekî wî heye.

Wezaretê da zanîn ku teqîn ji ber teqemeniyeke bidestçêkirî çêbûye ku pêştir ji aliyê PKKyê ve hatiye danîn.

“Operasyona Pence-Kilîdê”

Artêşa Tirkiyeyê 17ê Nîsana 2022yan li deverên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Başûrê Kurdistanê bi hinceta gerîlayên PKKyê dest bi êrişeke bi navê “Operasyona Pence-Kilîdê” kir û ew êriş heta niha jî berdewam dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst