Rapirsî - Kîjan partî li pêş e?

24-05-2024
RÛDAW
Nîşan Rapirsî Metropoll Hilbijartin DEM Partî AK Partî CHP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapirsiya Kompanyaya Lêkolînê ya Metropollê, CHP yartiya yekem, AK Partî partiya duyem û DEM Partî partiya sêyem e.

Kompanyaya Lêkolînê ya Metropollê, encamên rapirsiya ku di navbera 17-24ê Nîsana 2024an de li 28 bajaran bi 2 hezar û 235 kesan re kiribû eşkere kirin.

CHP bi rêjeya ji sedî35,9 partiya yekem û AK Partî bi rêjeya ji sedî 31,1 partiya duyem û DEM Partî bi rêjeya ji sedî 8,4 partiya sêyem e.

Di rapirsiyê de ji beşdardvanan pirsa “Eger vê Yekşemê hilbijartin bê kirin hûn dê dengê xwe bidin kîjan partiyê?” hat kirin.

Rêjeya dengê partiyan wiha ye:

CHP: Ji sedî 35,9

AK Partî: Ji sedî 31,1

DEM Parti: Ji sedî 8,4

MHP: Ji sedî 7,9

Partiya Yeniden Refah: Ji sedî 6,1

Partiya Zafer: Ji sedî 4,2

ÎYÎ Partî: Ji sedî 2,4

TÎP: Ji sedî 0,7

Yên din: Ji sedî 3,3

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst