WAN – Dizan dîwar qul kir: Bi bihayê 3 milyon lîreyan zêr dizîn

24-05-2024
Nîşan Wan Şax Dizî Zêr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Şaxê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, dizan dîwarê dikaneke zêran qul kir û bi bihayê 3 milyon lîreyan zêr dizîn.

Bûyerê îro li li taxa Fevzî Çakmakê ya Şaxê rû da.

Li gorî agahiyan, dizan dîwarê dikana zêringerê bi navê Tuna Eraslan qul kir û ketin hundir.

Dizan destpêkê kamera û sîstema agahdarkirinê ya dikanê rawestand û piştre bi bihayê 3 milyon lîreyên Tirkî zêr dizîn ku dike derdora 94 hezar dolaran.

Xwediyê dikanê Tuna Eraslan dema sibehê deriyê dikana xwe vekir bi bûyerê hesiya û hêzên ewlehiyê agahdar kirin.

Hêzên ewlehiyê li ser agahdarkirinê çûn cihê bûyerê û wan ji bo desteserkirina dizên reviyayî dest bi xebatan kir.

“Niha nizanim çi bikim”

Xwediyê dikanê Tuna Eraslan ragihand ku di bûyerê de zerereke zêde gihiştiye wî û got:

“Wekî rûtîna her sibehê min deriyê dikana xwe vekir.

Dema min derî vekir ez matmayî mam. Min dît ku dîwar hatiye hilweşandin û kamera û sîstema agahdarkirinê hatine jêkirin.

Destpêkê ez şok bûm. Piştre min dît ku dikana min hatiye şelandin.

Min polîs agahdar kirin û tîmên lêkolînê hatin.

Wekî hûn dibînin zerereke me ya zêde heye.

Em nizanin çi bikin. Em niha li bendê ne û xemgîn in.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst