Nasnameya du gerîlayan hat eşkerekirin

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameya du gerîlayên eşkere kir.

Hat ragihandin ku gerîlayên bi nasnavê Jiyanda Laşer û Berfîn Zîlan 7ê Nîsanê li Başûrê Kurdistanê di ava Zapê de canê xwe ji dest daye.

Li gorî daxuyaniyê, agahiyên li ser nasnameyên her du gerîlayan wiha ne:

Jiyanda Laşer: Navê wê yê fermî Fatma Kaynak e û ew ji Colemêrga Bakurê Kurdistanê ye.

Berfîn Zîlan: Navê wê yê fermî Rîma Abdulah e û ew ji Efrîna Rojavayê Kurdistanê ye.