Mele li Qudsê hatibû kuştin: Li Rihayê hat veşartin

24-05-2024
RÛDAW
Nîşan Hasan Saklanan Quds Riha Îsraîl Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Termê meleyê Rihayî yê ku li Qudsê hatibû kuştin vegerandin Rihayê û li wê derê hat veşartin.

Mele Hesen Saklanan 30ê Nîsanê di dema bi qefleyek geştyarên diyanetê re wekî peywîrdar li Qudsê bû bi kêrê êrişî polîsên Îsraîlê kiribû û di encamê de jî ji aliyê wan polîsan ve hatibû kuştin.

Di êrîşê de polîsekî Îsraîlê ji serê xwe birîndar bûbû.

Piştî bûyerê bi 23 rojan, 23ê Gulana termê Hasan Saklanan vegerandin Rihayê.

Termê Saklanan bi rêya Urdunê gihişte Balafirgeha GAPê ya Rihayê û ji aliyê malbata wî û qelebalixiyeke zêde ve hat pêşwazîkirin.

Piştî ku li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mehmet Akif Înanê karên otopsiyê hat kirin, termê Saklanan birin Mizgefta Pêxember Eyûb û li wê derê nimêj li ser hat kirin.

Darebest Saklanan bi Alaya Filistînê hat pêçan û piştî nimêjê li Goristana Deriyê Herranê hat veşartin.

Ji bilî malbata wî hejmareke zêde ya welatiyan û nûnerên saziyên sivîl beşdarî merasîma veşartina melayê Rihayî bûn.

Çi bûbû?

Hasan Saklananê ji Rihaya Bakurê Kurdistanê 30ê Nîsana 2024an li Qudsê bi kêrê êrîşî polîsekî Îsraîlê kir û di encamê de ji aliyê polîsê Îsraîlê ve hat kuştin.

Di êrîşê de polîsekî Îsraîlî ji serê xwe birîndar bûbû.

Polîsê Îsraîlê derbarê bûyerê got:

“Li herêma bajarê kevn a li Deriyê es-Sehire (Herod) derdora demjimêr 12:30î kesekî hewl da bi kêrê êrişî polîs bike.

Polîsan gule berdan û ew kes bêbandor kir. Li ser êrişkar kêrek hebû. Êrîşkar welatiyekî Tirk bû.”

Her çiqas Îsraîlê Hasan Saklanan weke welatiyekî Tirk ragihand, lê piştî bûyerê gelek kesan nasnameya Hasan Saklanan meraq kir.

Li gor zanyariyên Rûdawê, Hasan Saklanan 1ê Kanûna Paşîna 1990î li Rihayê ji dê û bavekî Ereb çêbûye.

Piştî ku li Rihayê Lîseya Îmam Xetîbê xwendiye weke melayê mizgeftê hatiye tayînkirin.

Saklanan zewicî ye û 4 zarokên wî hene.

Herî dawî li navçeya Xelîliyê ya Rihayê melayê mizgefta gundê Çeteloxê bû.

Gundê Çeteloxê di navbera navenda Rihayê û navçeya Wêranşarê de ye û 80 kîlometreyan dûrî navenda Rihayê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Îsmaîl Beşîkçî û Nêçîrvan Barzanî /Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir

ku Nêçîrvan Barzanî ji ber ku li ser Kurdan lêkolîn kirine û di bidestxistina mafên xwe de piştgiriya gelê Kurd kiriye spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir