Baroya Amedê doz li berpirsekî AK Partiyê yê ku heqaret li Tahir Elçî kiribû vekir

24-05-2023
RÛDAW
Nîşan Baroya Amedê Sezgîn Tanrikulu Tahir Elçî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Baroya Amedê doz li Cîgirê Serokê navçeya Buyukçekmeceyê yê AK Partiyê Fatîh Zehir bi hinceta "heqareta li bîranîna kesane" vekir ku wî dîmenek ji merasîma veşartina Serokê berê yê Baroya Amedê Tahir Elçî belav kir û got, “Parlamenterê CHPê Sezgîn Tanrikulu li cenazeyê leşê PKKyî.”

Baroya Amedê li ser mijarê daxuyaniyek da û got, “Li ser kesê ku diyar dike ew cîgirê serokê navçeyê yê partiyeke siyasî ye, wêneyê merasîma cenazeyê Serokê berê yê Baroya me TAHIR ELÇÎ ku ji hesabê xwe yê taybet ê medyaya civakî belav kiriye û gotiye, 'Parlamenterê CHPê Sezgîn Tanrikulu li cenazeyê leşê PKKyî!' bi sedema 'heqareta li bîranîna kesane' (Xala 130an a TCKê) doz hat vekirin.”

Parlamenterê CHPê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu jî piştî nivîsa Fatîh Zehîr têkildarî mijarê li ser hesabê xwe yê Twitterê parvekirinek kir.

Sezgîn Tanrikulu di peyama xwe de got, “Rêveberê AK Partiyê, ez ji te re dibêjim; Tu nemerd, bêşeref, adî û bêşerm î… Ew merasîma cenazeya Tahir Elçî ye ku we kuşt û kujerên wî parastin. Ez ê hesabê vê yekê li dadgehê ji te bipirsim.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst