Polîsê Duhokê: Ev çend roj in keçeke 14 salî wenda ye

24-05-2023
RÛDAW
Nîşan Duhok Narîn Macid
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ev çend roj in li parêzgeha Duhokê keçek ji mala xwe derektiye û nevegeriyaye mal, keçik niha wenda ye û Polîsê Duhokê ji bo dîtina wê keçê ji xelkê alîkarî xwest.

Berdevkê Polîsê Duhokê, Hêmin Silêman îro Çarşemê 23ê Gulana 2023an di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, ev çend roj in li parêzgeha Duhokê keçek ji mala xwe derektiye û wenda bûye.

Berdevkê Polîsê Duhokê diyar kir, “navê keçikê Narîn Macid û 14 salî ye û nişteciha Komelgeha Domîz a ser bi qezaya Sêmêlê ve ye.”

Hêmin Silêman ji bo dîtina wê keçê ji xelkê Duhokê alîkarî xwest û got, her kesek eger zanyarî li ser wê keçê hebe bila peywendî bi Polîsê Nehiştina Tawanan ê Duhokê bike.

Hêmin Silêman hejmareke telefonê jî aşkere kiriye û gotiye,  07517046621 hejmara telefona Polîsê Nehiştina Tawanan ê Duhokê ye û kesê ku agahî li ser keçikê hebin, bila têkilî bi vê hejmarê bikin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst