Elî Bapîr derbarê xetera nemana Herêma Kurdistanê de hişyarî da

24-05-2023
RÛDAW
Nîşan Herêma Kurdistanê Komela Dadgerî ya Kurdistanê Elî Bapîr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Komela Dadgerî ya Kurdistanê Elî Bapîr derbarê xetera nemana Herêma Kurdistanê de hişyarî da û ragihand, Divê hemû alî pabendî prensîb û yasayan bin ji bo man û berdewamiya Herêma Kurdistanê. Elî Bapîr herwiha dibêje: "Bêyî lihevkirineke niştimanî li ser çawaniya lidarxistina hilbijartinan, guhertina qanûnê û aktîvkirina komîsyonê bi awayekê ku ti guman li ser nebin, ti çareya me ya din nîne."

Roja Sêşemê 23-5-2023an, Serokê Komela Dadgeriya Kurdistanê Elî Bapîr di peyamekê de bi sernavê “Rewşa niha ya Herêma Kurdistanê û çend hişyarî ji bo hemû aliyan” belav kir û têde bi 4 xalan ku girêdayî civîna Parlamentoya Kurdistanê ya taybet bi çalakkirina komîsyona hilbijartinan a Herêma Kurdistanê ne, behsa rewşa Herêma Kurdistanê û metirsiyên li ser hebûna wê kir.

Xalên ku Elî Bapîr di peyama xwe de têkildarî rewşa Herêma Kurdistanê aîne, wiha ne:

-Şikandina heybeta saziyên Herêma Kurdistanê, sedema rûxandina Herêma Kurdistanê û bê îtibarkirina wê ye û dirûşmên bê çalakî jî bi kêrî kesî nayê û ti derdan çareser nake.

-Ji bo mana Herêma Kurdistanê divê em hemû pabendî prensîp û yasayan bin û nabe ti aliyek parlamento û hikûmetê weke ya xwe û partiya xwe bihesibîne, ji ber ku di rastiyê de Herêma Kurdistanê û saziyên wê yên hemû xelkê ne.

-Sepandina rewşeke taybet li ser Herêma Kurdistanê li dijî prensîbên pêkvejiyan, tifaq û lihevkirina niştimanî û rêzgirtina li hevdu ye û ti encameke baş bi dest naxe.

-Werin em ji xeletiyên xwe yên berê û rêveberiya nebaş a welatê xwe dersê bigirin û êdî em xwe şermezarî derdorê nekin. Divê em bizanin ku bêyî lihevkirineke niştimanî li ser çawaniya lidarxistina hilbijartinan, guhertina qanûnê û aktîvkirina komîsyonê bi awayekê ku ti guman li ser nebin, ti çareya me ya din nîne. Hatiye gotin jî yê ku bi edaletê nerihet be, dê bi zor û zordariyê bêtir nerihet be.

Roja Duşemê 22ê Gulana 2023an ji ber di civîna Parlamentoya Kurdistanê de bêyî razîbûna Seroka Parlamentoyê û Fraksyona YNKê, mijara çalakkirina komîsyonê di bernameya karê parlamentoyê de hat danîn, di navbera parlamenterên herdu fraksyonên YNK û PDKê de alozî derketibû.

YNK dibêje, Seroka Parlamentoyê civîn ji bo demeke nediyar paşxistiye û berdewamîdana bi civîna roja Duşemê û biryarên di civînê de ne qanûnî û ew qebûl nakin.

Lê belê Fraksyona PDKê dibêje, di civîna roja Duşemê de bi dengê 58 endamên parlamentoyê Komîsona Hilbiajrtinan û Rapirsiyê ya Herêma Kurdistanê hatiye çalakkirin.

Li aliyekî din, Rojnameya Fermî ya Herêma Kurdistanê îro biryara çalakkirina Komîsona Hilbiajrtinan û Rapirsiyê ya Herêma Kurdistanê belav kir.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst