Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Îspanyayê: Kurd li Îspanyayê ne navekî naskirî ne

24-05-2023
RÛDAW
Nûnerê bi wekalet ê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Îspanyayê Aydin Ostan
Nûnerê bi wekalet ê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Îspanyayê Aydin Ostan
Nîşan Îspanya Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê bi wekalet ê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Îspanyayê bû mîvanê bernameya Rûdawê û bal kişande ser peywendiyên Herêma Kurdistanê û Îspanyayê û got, “Kurd li Îspanyayê ne navekî naskirî ne.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di sala 2010an de nûnertiya xwe li Îspanyayê vekir. Nûnerê bi wekalet ê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Îspanyayê Aydin Ostan got, “Ji wê demê ve peywendiyên me yên baş bi Îspanyayê re hene û me hewla encamdana çend projeyan daye. Hevahengiyeke me ya baş bi herêmên Îspanyayê re heye.”

Aydin Ostan li ser peywendiyên Herêma Kurdistanê û Îspanyayê anî ziman, “Dibe ku peywendî wek ên bi welatên din re ne wek ku tê xwestin baş bin, ji ber ku hejmara revenda Kurdî ya li Îspanyayê ji welatên din kêmtir e. Kêmtirî 500 welatiyên Başûrê Kurdistanê li Îspanyayê dijîn. Hejmarek xwendekarên Kurd li Îspanyayê dixwînin û her sal nêzîkî 50 xwendekarên Herêma Kurdistanê li bajarên cuda yên Spanyayê dest bi xwendina xwe dikin.”

Peywendiyên Herêma Kurdistanê û Îspanyayê li gorî welatên din ên Ewropayê di warê peywendiyên siyasî, dîplomatîk û bazirganî de kêmtir e, Aydin Ostan got, “Em ji bo pêşxistina peywendiyên siyasî û bazirganiyê dixebitin. Li Herêma Kurdistanê herî kêm sazî û kompanyayên Îspanyayê hene. Pirsa daxwaza cudabûna herêmên Îspanyayê û serxwebûna Kurdistanê dibe ku Îspanya dudil kiribe ku peywendiyên wan xirab bin. Peywendiyên Îspanyayê li gorî welatên Rojhilata Navîn bi welatên Amerîkaya Latîn re xurtir in.”

Aydin Ostan dibêje, navê Kurdan di mûzexaneyekê Îspanyayê de weke şervanekî bihêz û di warê bikaranîna tîr û kevanê de jî xwedî ezmûn hatiye nîşandan û got, “Di sala 1212an de, di şerekî de, Îspanya pêwîstiya wê bi Kurdan hebûye û hatiye Kurdistanê. Di wê serdemê de Kurd wek şervanên baş dihatin naskirin û wan çend Kurd birin ji bo ku wan fêrî avêtina tîr û kevanê bikin ku niha li muzexaneyeke Îspanyayê wek rêzgirtinê amaje bi wê hatiye kirin.” û anî ziman, “Niha Kurd li Îspanyayê ne navekî naskirî ne ji ber ku hejmara Kurdan li Îspanyayê pir kêm e.”

Aydin Ostan li ser hevahengiya di navbera Herêma Kurdistanê û Îspanyayê ya di warê tendirustiyê de jî got, sala borî projeya hevbeş a tenduristiyê di navbera Herêma Katalonyayê û Herêma Kurdistanê de hat gotûbêjkirin û hewl hat dayîn ku heta 5 zarokên ku penceşêrê ketine ji bo dermankirinê bişînin herêmê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst