Serok û endamên rêxistina Wanê ya Partiya DEVAyê tevlî AK Partiyê bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê rêxistina Wanê yê Partiya DEVAyê Erdînç Peker û hin rêveber û endam ji partiya xwe îstifa kirin û tevlî AK Partiyê bûn.

Li serokatiya rêxistina Wanê ya AK Partiyê îro Çarşemê 24ê Gulana 2023an ji bo Erdînç Peker, rêveber û endamên Partiya DEVAyê bernameyek hat lidarxistin.

Parlamenterê AK Partiyê yê Wanê Burhan Kayaturk ê ku di bernameyê de axivî, got, “Dema mirov li Hevpeymaniya Cumhur dinêre girseyên hemû partiyan nêzî hev in. Hesasiyetên wan ên Îslamî hene û girîngiyê didin nirxên malbatê. Ew dikarin bi hev re bin. Dema ku em li aliyê din dinêrin, em bi zelalî dibînin ku komên dijber li hev kom bûne û serokên wan tevî hewldanên hevgirtinê nekarin girseyên xwe bînin cem hev. Birayên me ev rastî dîtin û tevlî partiya me bûn. Em vê beşdariyê pir watedar dibînin. Ew ne karekî asayî ye. Hevalên me dîtin ku Hevpeymaniya Millet ji kesekî re nabe hêvî. Temamê Tirkiye jî vê yekê dibîne.”

Kayaturk her wiha anî ziman, “Ji bo ku di hilbijartinê de bi ser bikevin, parlamenterî dane hinekan. Dibe ku ji bo partiyên wekî HDPê jî sozên weke şefê garajê, agirkuj, nobedar dabin. Di vê hilbijartinê de aliyê ku herî zêde winda kir jî HDP ye.”

Pekerê ku ji Partiya DEVAyê îstifa kir û tevlî AK Partiyê bû jî got, “Em di pêvajoyek hilbijartinê ya demdirêj re derbas bûn. Di pêvajoya hilbijartinan de bi tena serê xwe hatin hîştin ji aliyê partiya xwe ve û radestî partiyên din hatin kirin.”