Hêzên Îranê li Baneyê gule li kolberan barandin û hejmarek hesp jî şewitandin

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Îranê li Bane ya Rojhilatê Kurdistanê gule li kolberan barandin û hejmarek hesp kuştin û piştre jî termên wan şewitandin.

Li gorî agahî û vîdeoyên ku ji Baneyê ji Rûdawê re hatine şandin, Hêzên Sînorî yên Îranê li herêma Hengejal a Baneyê gule li hejmarek kolberên ku dixwestin ber bi sînorê Başûrê Kurdistanê ve biçin barandine.

Li gorî agahiyan ti bar bi kolberan re nebûne.

Hêzên Pasewanên Sînorî yên Îranê teqe li hejmarek hespên ku ji bo veguhestina kelûpelan li ser sînor dihatin bikaranîn kirine. Şahidekî ku di vîdeoyê de diaxive dibêje, hêzên Îranê piştî kuştina hespan agir berdane termên wan.