Hevserokê Encûmena Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser hat guhertin

24-05-2023
RÛDAW
Nîşan Rojava Rêveberiya Xweser
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Yek ji Hevserokên Encûmena Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser hat guhertin û Hisên Osman weke Hevserokê Nû yê Encûmena Cîbicîkar hat destnîşankirin.

Encûmena Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser duh Sêşemê 23ê Gulana 2023an civîna xwe ya asayî ya hejmar 76an lidarxist û têde hin biryar hatin dan.

Di civînê de biryara îstîfayê ya Hevserokê Encûmena Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser Ebid Hamid El Mihbaş hat pesendkirin û li şûna wî Hisên Osman wek Hevserokê nû hat diyarkirin.

Medyaya nêzîkî Rêveberiya Xweser ragihandiye, ku Ebid Hamid El Mihbaş bixwe daxwaz kiribû ku dest ji kar berde.

Hisên Osman ji bajarê Minbicê ye û hatiye ragihandin ku berî niha di Rêveberiya Sivîl a Mibicê de erkdar bûye û endamê polîtburoya Partiya Hevbendiya Niştimanî ya Demokratîk a Sûriyê bûye.

Malpera Rêveberiya Xweser ragihandiye, Hisên Osman ji Rêveberiya Sivîl a Minbicê û Gundewarê Wê û Hevbendiya Niştimanî ya Demokratîk a Sûriyê îstifa kiriye daku weke Hevserokê Encûmena Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser dest bi erka xwe ya nû bike.

Piştî hilbijartinê wek Hevserokê Encûmena Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser, Hisên Osman di daxuyaniyekê de ragihandiye, “Ji bo pêşxistina saziyên Rêveberiya Xweser, pêşxistina kapasîteyên mirovî û bilindkirina şiyanan di hemû saziyan de gelek fikir û raman hene. Ji bo bidestxistina rêveberiyekê ku armanc dike daxwazên gel bi cih bîne û pêdiviyên wan di dema pêş de li herêmê bi cih bîne.”

Hisên Osman heta rizgarkirina Minbicê di dibistanên Minbicê de mamostetî kiriye û yek ji damezrînerên Meclîsa Zagonsaz li wê derê ye, piştre tevlî Partiya Hevbendiya Niştimaniya Demokratîk a Sûriyê bûye û Sekreteriya Şaxê Minbicê yê partiyê kiriye.

Di heman civînê de Desteya Jîngehê ji nava Desteya Şaredariyên Herêmî û Jînegehê hat veqetandin û Îbrahîm Seîd wek Hevserokê Desteya Jîngehê hat erkdarkirin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst