Topbaraneke pêştir a hêzên Tirkiyê bo ser gundewarê bajarokê Til Temir ê Rojavayê Kurdistanê.
Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Tirkiyê gundewarê Şehba, Til Temir û Eyn Îsa bi dijwarî topbaran dikin.
Artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi wî welatî ve îro gundên Minix, Eyn Deqnê, Wehşiye û Um El-Qura yên herêma Şehbayê topbaran kirin.
Hêzên Tirkiyê herwiha bendava Şehbayê jî topbaran dikin.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên xwecihî yên nûçeyan ve, zêdetirî 10 guleyên hawin û obusan li gundê Um El-Qura û bendava Şehbayê ketin.
Artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê herwiha duh Duşembiyê gundê Gozeliyê li başûrê rojavayê bajarokê Til Temirê û li ser rêya M4 a navdewletî bi çekên giran û hawinan topbaran kirin.
Ji aliyekî din ve, fermandarekî meydanî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji medyaya Rêveberiya Xweser re ragihandiye ku ev demek e hejmarek gund li ser rêya navdewletî ya M4 li nêzîkî bajarokê Eyn Îsayê têne topbarankirin û diyar kir, di çarçoveya hewlên Tirkiyê de ji bo ku xwe bigihîne rêya navdewletî û bajarokê Eyn Îsa dorpêç bike.
Li gor heman çavkaniyê, gundên Mieleq, cidêdê, Xalidiyê, Hoşan, û kampa Eyn Îsa li rojhilatê Eyn Îsa, herweha gundên Muşêrfe, Fatse û Cehbel li rojavayê Eyn Îsa, gundê Seyda li bakurê Eyn Îsa topbaran kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse