Emîne Şenyaşar bo Rûdawê: Ne dadwerî heye ne dewlet

24-05-2022
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) – Dayîka Kurd Emîne Şenyaşar a hevjîn û du kurên wê ji aliyê mirovên parlamenterê AK Partiyê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatîn kuştin, got: “ne dadwerî heye ne dewlet heye û ne kes pirsa dozan wan dike.”

Jûra Bijîşkan a Stenbolê îsal xelata ‘Mafên Mirovî, Aştî û Demokrasiyê ya Sevînç Ozgûner’ pêşkêşî Malbata Şenyaşar kir. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar li Stenbolê beşdarî merasîma xelatkirinê bûn û dan zanîn ku ew dê her berdewambin di çalakiya xwe de ta ku edalet hatiye cîbicîkirin.

Jûra Bijîşkan a Setnbolê ew salên dirêj in li ser navê Sevînç Ozgûner xelata Mafên Mirovî Aştî û Demokrasiyê pêşkêşî kes an saziyên ku di ber mafên mirovan de berdêl dabin dike.

Îsal jî Malbata Şenyaşar layiqî vê xelatê hatin dîtin. Beriya 4 salan malbata Şenyaşar pêşî li dikana xwe û pişt re jî li nexweşxaneyê rastî êrîşa bi çekan hatibû û 3 kes ji malbatê hatibûn qetilkirin.

Êrîş ji hêla parêzvan û malbata Îbrahîm Xelîl Yildiz ê parlementerê Ak Partiyê ve hatibû kirin. Di dema 4 salên derbasbûyî de doz û lêkolîna pêwîst nehatibû kirin û hîna jî tu kes ji ber vê tometê nehatiye cezakirin. Bi ser de jî Fail Şenyaşar hatibû girtin û zêdeyî 37 sal cezayê hepsê lê hate birîn.

Di merasîma xelat dayînê de Emîne Şenyaşar bi çavên girî karesata ku hatiye serê wan rave kir û got ku ne dadwerî heye ne dewlet heye û ne kes pirsa dozan wan dike.

Emine Şenyaşar dibêje heta ku can di bedena wê de hebe ew dê berdewam li pêşiya dadgeha Rihayê rûne ta ku kurê wê hatiye berdan û tawanbar jî hatine cezakirin.

Kurê Emîne Şenyaşar, Ferît  Şenyaşar jî got: “Ji bo me em piştevanî xwedî girîngiyeke jiyanî ye. Dema em li pêşiya dadgehê rûdinin welatî derbas dibin û ji me re dibêjin li vir rûnenin li vir edalet nîn e. Tişta ku me li ser piya dihêle ew berxwedanna me, piştevanî û piştgiriya xelkê ye. Ji gelek deverên Tirkiye me dawet dikin bo xelat û konferansan. Ji ber nexweşiyên daykâ min em nikarin beşdarî hemuyan bibin lê carina derfet dibe ku em beşdarbin. Neheqî û zilmeke gelekî mezin li holê ye.

Li nexweşxaneya Pirsûsê 3 însanên me hatin qetilkirin, 4 sal di ser re derbasbûne lê tu pêşveçûnek nîn e. tenê 4 kes nû hatine girtin. Biryara eşkerenekirina li ser dosyayê berdewam dike. Girtina wan 4 kesan gaveke biçûk e lê bo me girîng e. Birayê min bê guneh ew 4 sal in di girtîgehê de ye. Heta ku birayê min bê berdan û doza me bi edaletê encam nebe wê rûniştina me ya li pêşiya dadgehê jî berdewam bike.”

Li navçeya Pirsûsê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, 14ê Hezîrana 2018an di dema bangeşeya hilbijartinan de malbat û parêzvanên Parlamenterê AK Partiyê Îbrahîm Xelîl Yildiz, du kur û mêrê Emîne Şenyaşar kuştibûn. Kurekî Emîne Şenyaşar di dûkana xwe de û kurek û hevjînê wê jî li nexweşxaneyê hatibûn kuştin.

Emîne Şenyaşar û Kurê wê Ferît nêzikî 450 roj in ku rûniştina xwe ya li pêşiya dadgehê didomînin. Gelek caran ew li wir rastî êrîşa polîsan hatine, hatine binçavkirin û zext li wan berdewam dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst