Baroyên Amed û Îzmîrê piştî vîdyoyên Peker daxwaza lêpirsînê dikin
Hewlêr (Rûdaw) - Baroyên Amed û Îzmîrê piştî vîdyoyên mafyager Sedat Peker serî li dozgeriyê dan. Baroya Îzmîrê li dijî Peker, Suleyman Soylu, Tolga Agar û Erkan Yildirim gilî tomar kir. Baroya Amedê jî daxwaz dike li ser bûyerên kuştinê ku encamderên wan heta niha jî nediyar in, ji nû ve lêpirsîn bê destpêkirin û wel tometbar îfadeyên Mehmet Agar û Korkut Eken û kesên din bên wergirtin.
Karvedanên li ser vîdyoyên Sedat Peker berdewam in û Peker di dawîn vîdyoya xwe de behsa bûyerên kuştina karsazên Kurd jî kiribû û amaje bi rola rêveberên dewletê yên di wan bûyeran de kiribû.
Baroya Amedê jî îro, 24/05/2021, li ser wan gotin û îtîrafên Sedat Peker, ji bo ku derbarê bûyerên kuştinê yên salên 90î de ku bikêrên wan heta niha jî ne diyar in û wek “faîlî meçhul” tên zanîn, serî li Serdozgeriya Komarî ya Amedê da bo ku ew bûyer bi awayekî hûr û berfireh bên lêkolînkirin.
“Ji ber nebûna lêpirsîneke rasteqîn piraniya wan bê ceza man”
Ew dosye bi îmzeya Serokê Baroya Amedê Nahît Eren hatiye amadekirin û amaje bi wê hatiye kirin, taybet salên 1990î li bajarên Bakurê Kurdistanê gelek bûyerên kuştin û revandinê çê bûne û tevî ku encamder diyar bûn jî ji ber nebûna lêpirsîneke rasteqîn piraniya wan bê ceza man.
Sedat Peker di vîdyoya xwe de behsa bûyerên kuştina karsazên Kurd ên wek Savaş Buldan, Behçet Canturk, Huseyin Baybaşin û yên din kiribû û gotibû ew kuştin li ser biryara Encûmena Ewlekariya Niştimanî (MGK) bûye û ji aliyê Mehmet Agar ve ku wezîrê navxwe yê wê demê bû, biryarên kuştinê hatin cîbicîkirin.
Baroya Amedê di dosyeya xwe de amaje bi van gotinên Peker dike û li gel rêzkirina navên gelek ji wan kesayetên Kurd ku bikujên wan “nediyar” in daxwaz dike ku ji nû ve lêpirsîneke berfireh bê birêvebirin û ev bûyer bi her awayî bên zelalkirin.
Herwiha Baroya Amedê bûyera kuştina rewşenbîrê Kurd Mûsa Anter, bûyerên din ên bêserûşûnkirin û kuştina welatiyên sivîl li bajarên Bakurê Kurdistanê bibîr dixe û pêwîst dibîne ku li gor yasayên navxwe û navdewletî lêkolîn û lêpirsîneke berfireh bê kirin û encamderên van bûyeran bên cezakirin.
Baroya Amedê di dawiya dosyeya xwe de hejmarek daxwaz pêşkêş kirin;
-Destpêkirina lêpirsîneke bilez û berfireh li ser gotinên Sedat Peker
- Divê wek tometbar îfadeyên Mehmet Agar, Korkut Eken û kesên din bên wergirtin
-Ew dosyeyên ku hatine girtin li ser gotinên Sedat Peker careke din bên vekirin û lêpirsîn bê destpêkirin
-Peydakirina biryara Encûmena Ewlekariya Niştimanî
Baroya Îzmîrê: Divê Soylu ji kar bê dûrxistin
Li aliyê din Baroya Îzmîrê jî li dijî Sedat Peker, Suleyman Soylu, Mehmet Agar, Tolga Agar û Erkan Yıldırım li serdozgeriyê doz tomar kir û daxwaz kir ku Wezîrê Navxe yê Tirkiyê Suleyman Soylu demildest ji kar bê dûrxistin û lêpirsîneke berfieh bê destpêkirin.
Baroya Îzmîrê di daxuyaniya xwe de amaje bi gotin û îtîrafên mafyager Sedat Peker dike û dibêje, “Komara Tirkiyê neçar e ku bi lêpirsîneke kartêker proseya niha çareser bike” û hişyariyê dide ku eger ew lêpirsîn neyê kirin hiqûq dê ji holê rabe û gotina kesên “bihêz û têkilî karên neyasî bûne” dê derbasdar bibe.
Baroya Îzmîrê vê serlêdanê wek “erk û berpirsyariya dîrokî” binav dike û daxwaz dike ku ew bûyerên kuştin, bazirganiya maddeyên hişber, destdirêjî, talan û tawanên wek wan, bi her awayî bên lêkolînkirin û encamderên wan bûyeran bên cezakirin.