Hewlêr (Rûdaw) – Piştî ku fermandeyên Hêzên Pêşmerge li odeya hevahengiya hevbeş li Binkeya Serbazî ya K1 a Kerkûkê destbikar kirin îro li Odeya Operasyonan a Hevbeş a Pêşmerge û artêşa Iraqê li Mexmûrê jî hat avakirin û dest bi karê xwe dike. Herwiha biryar e sibe odeya hevahengiya hevbeş Mûsilê jî were avakirin.
Efserên Wezareta Pêşmerge li odeya hevahengiya hevbeş li Binkeya Serbazî ya K1 a Kerkûkê duh Yekşemê destbi kar kiribûn û Cîgirê Serokerkan ji bo operasyonan li Wezareta Pêşmerge Lîwa Qareman Şêx Kemal, duh ji Rûdawê re ragihandibû, “heta dawiya vê heftiyê hemû odeyên hevahengiya hevbeş têne çalakirin.”
Peyamnêrê Rûdawê li Mexmûrê Ferhad Dolemerî ragihand ku piştî Odeya Operasyonên Hevbeş a Kerkûkê, îro Duşemê 24ê Gulana 2021ê Odeya Operasyonên Hevbeş a Pêşmerge û artêşa Iraqê bi mebesta dagirtina valahiya ewlehiyê ya li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û rêgirtina li ber tevgera DAIŞê li Mexmûrê jî hat avakirin.
Cîgirê Fermandarê Lîwaya 14 ya Artêşa Iraqê Rûken Îdrîs Xidir ji Rûdawê re derbarê girîngiya odeya hevbeş ya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de got: “Tişta yekem vegerandina baweriyê di navbera pêşmerge û artêşa Iraqê de li herêmên bi nakok çêdibe. Duyemîn bidestxistina agahiyên îstîxbaratê di navbera artêşa Iraqê û hêzên pêşmerge de li ser tevgerên DAIŞê hêsantir dibe û rê li ber mezinahiya DAIŞê li herêmê bê girtin, sêyem jî operasyonên hevbeş ên di navbera her du hêzan de li dijî terorîstên DAIŞê ye, çaremîn jî ew e ku hejmareke mezin ji xalên kontrolê û danîna bendên kontrolê yên hevbeş li herêmê werin danîn."
Her di giringîya avakirina wan odeyan de Fermandarê Tîma Pêşmerge liOdeya Hevbeş a Mexmûrê Osman Berwarî jî got: "Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an ti bawerî bi gel tunebû, em hewldanekê bikin ku wê baweriyê li gel wan vegerînin da ku herin ser mal û milkên xwe yên li herêmê.”
Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevanî ya Iraqê li ser damezrandina çar navendên hevbeş di Tîrmeha 2020an de li hev kiribûn û li her yek ji wan navenda 16 efserên pêşmerge li gel çend efserên Iraqî û nûnerên hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê têde bin.
Di civîneke ewlehî ya berfireh de, ku êvara Yekşemê 02/05/2021ê li Bexdayê, bi serperiştiya Mistefa Kazimî, fermandeyê giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê û beşdariya şandeke Wezareta Pêşmerge, birêve çû, biryar hate dan, ku hevahengî û karê hevbeş di navbera Artêşê û Pêşmergeyan de, li navendên navbera wan aktîv bibin.
Berdevkê Fermandeya Giştî ya Hêzên Çekdar roja Şemiyê gotibûe: Di sê heftiyên bûrî de, di operasyonên li dijî DAIŞê de 20 terorîst hatine kuştin û 202 bombe yên çandî hatine pûçkirin.
Herwiha Berdevkê Fermandeya Giştî ya Hêzên Çekdar Lîwa Yehya Resûl,, diyar kiribû, “Ew navendên federalî ne, bi serkirdayetiya Artêşa Iraqê. Nûner û efserên hemû dezgehên ewlehî yên Iraqê li xwe digie, di nav an de jî, pasevanên Herêmê (Hêzên Pêşmerge), ku li jêr Fermandeya Giştî ya Hêzên Çekdar kardikin. Erkên wan hevahengîkirin û çalakirina operasyonan e li dijî DAIŞê û danûstandina zanyariyên hewlagirî ji bo peyketina li pey wan çeteyan.”
Wezareta Pêşmerge û Wezaret Berevaniyê ya Iraqê li ser avakirina 4 odeyên operasyonên hevbeş li Diyale, Kerkûk, Mexmûr, Mûsil û du odeyên din ên sereke li Hewlêr û Bexdayê rêk keftin.
Odeyên Bexda û Hewlêrê ji demekê ve vebûne. Heftiya borî jî, Navenda Hevahengiya Hevbeş a Diyaleyê hat vekirin û duh jî li Kerkûkê hat vekirin û biryar e sibe li Mûsil bên vekirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse