Li Amedê 12 siyasetmendar û çalakvan hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê ji 18 kesên ku roja şemiyê hatibûn desteserkirin, 12 kes bi hinceta “endambûna rêxstina PKK/KCK” hatine girtin. Hevserokên berê yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mehmet Arslan û Gulcihan Şîmşek jî di nav kesên hatine girtin de ne.

Dadgehê ji 18 siyasetmedar kurd û çalakvanên ku li Amedê di 22ê Gulanê de bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Amedê hatin desteserkirin, jê 12 kes girtin û şandin girtîgehê.

Roja Şemiyê, 23 Gulanê, li parêzgeha Ameda Bakurê Kurdistanê di çarçoveya lêpirsîna Serdozeriya Komarê de 18 kesên ku hevserokên berê yên DBP Mehmet Arslan û Gulcîhan Şimşek û parlamentera HDP ya berê Ayla Akat Ata jî di navê de bûn hatibûn desteserkirin.

Piştî lêkolînan, heman êvarê dadgehê ji 18 kesên desteserkirî, bi hinçeta endamtiya rêxistinên PKK/KCK di derbarê 12 kesan de biryara girtinê da, 5 kesên din jî bi mercê kontrola edlî serbest hatin berdan.