Qaymeqamê Şingalê daxwazekê arasteyî Serokwezîrê Iraqê dike

24-05-2019
RÛDAW
Nîşan Qaymeqam Şingal Serokwezîrê Iraqê Daxwaz Adil Ebdulmehdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Qaymeqamê Navçeya Şingalê Mehma Xelîl ji Serokwezîrê Iraqê daxwaz kir ku çareseriyeke bilez ji bo deverên Şingalê û deşta Neynewayê bibîne û dawî li aloziyên wê navçeyê bîne.

 

Mehma Xelîl ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand: “Deverên Şingalê û deşta Neynewayê tevlihevî û alozî têde heye û tenê xelkê wê baca wê didin, lewma pêwîstî bi danîna çareseriya bilez û dûrxistina ji şer û aloziyê heye.”

 

Xelîl herwiha got: “Taybetmendiyên wan deveran hene, xelkê wan rewşenbîriya wan a civakî heye û ji temamê deverên din ên bakur ciyawaz in, lê tevlihevî û nakokiyên siyasî bandorê li ser wan dike û ew baca wê didin.”

 

Qaymeqamê Şingalê Mehma Xelîl diyar kir: “Hêviyeke me ya mezin heye bi danîna Adil Ebdulmehdî weke Serokwezîrê Iraqê, ku pêngavên baş avêtine ji bo çareserkirina pirsgirêkên hemû pêkhateyan bi hemû netewe û ol û kêmneteweyan, ev jî me han dide ku em ji Adil Ebdulmehdî daxwaz bikin ku ji bo van pirsgirêkan çareseriyekê bibîne.”

 

Mehma Xelîl di daxwaza xwe de ji Serokwezîrê Iraqê re dibêje: “Dibe aştî û alîkarî werin berfirehkirin, daku rêxistinên navdewletî jî li xwe bigre ku di raportên xwe yên herî dawî de amaje bi sitemkarî û rewşa giran a wan deveran kirine. Tevî qebareya wêranî û neseqamgîriya berdewam, piraniya xelkê wan deveran jî hêj li derveyî cih û warên xwe dijîn.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst