Hewlêr (Rûdaw) – Komîteya Navçeyên Kurdistanî yên li derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê ya li Parlamentoya Kurdistanê ragihand, bi hewlên zanayane yên Serok Barzanî êrîşeke plankirî bo ser zeviyên çandiniyê yên Xaneqîn li parêzgeha Diyale, Dûbiz û gundên ser bi bajarokê Sergeranê yên li parêzgeha Kerkûkê hat betalkirin û rê lê hate girtin.
Di daxuyaniya vê komîteyê de hatiye gotin: “Piştî ku êrîşeke plankirî bo ser zeviyên çandiniyên yên Xaneqîn û Dûbiz û gundên ser bi bajarokê Sergeran a parêzgeha Kerkûkê hat encamdan, komîteya me, komêteya navçeyên Kurdistanî yên derveyî herêmê li Parlamentoya Kurdistanê di demeke zû de mijar şopand û me li ser vê pêngava metirsîdar lêkolîn kir û bi hewlên zanayane yên cenabê Serok Barzanî ku her zû lidûvçûn kir û bi civîna komîteya me li gel cotkarên wan gundan û şandina raporta xwe bo aliyên pêwendîdar, me karî rê li wê plane bigirin û bi fermanekê niha rê tê dan ku ew cotkar berhemên xwe bidirûn.”
Komîteya Navçeyên Kurdistanî herwiha ji bo çareserkirina vê kêşeyê soz dide û dibêje: “Me çawan destpêkê soz da wan ku em dê hemû hewlên xwe bidin daku vê kêşeyê di demeke zû de çareser bikin, soza wê yekê jî didin wan ku di demeke zû de bi rêya yasayê mafên wan (cotkarên Kurd) biparêzin.”
Di beşeke din a daxuyaniyê de, heman komîteyê spasiya Fraksiyonên Kurdistanî yên parlamentoya Iraqê kiriye û dibêje, “Fraksiyonên Kurdistanî bi awayekê baş hevkariya me kirin û bi komîteya me re bûn.”
Ji meha bihorî ve şewitandina berhemên çandiniyê yên cotkatrên Kurd li parêzgeha Kerkûkê û navçeyên cihê nakokiyê zêde bûye û li çend cihan erebên hawirde û hin çekdaran agir berdane zeviyên genim û ceh ên cotkarên Kurd û berhemên wan ên dexl û danan şewitandin.
Li aliyekê din Dadgeha Kerkûkê biryareke nû derbarê zeviyên çandiniyê yên bajarokê Sergeranê derxistiye û têde daxwaz kiriye ku zeviyên çandiniyê yên 14 gundên Kurdan ên weke gundên Pelkane, Xerabe, Sarelû, Pirkaniyane û Serbeşax bidin ereban.
Zeviyên 38 gundên bajarokê Sergeranê bi top milkên Kurd in, lê belê piştî sala 1975 di proseya bierebkirinê de demografiya wan gundan hatibû guhertin û rejîam Beis a Iraqê erdên wan gundan dabûne ereban.
Piştî şerê Iraqê di sala 2003ê de û rûxana rejîma Beis, piraniya erebên hawirde navçe terikandin û hinek ji wan jî di çarçoveya cîbicîkirina madeya 140 de piştî qerebûkirinê vegeriyabûn cihên xwe yên resen.
Piştî çûna erebên hawirde, welatiyên Kurd ku xwediyên resen ên wan gund û zeviyan bûn vegeriyane ser zeviyên xwe, lê belê piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an erebên hawirde careke din vegeriyan û niha dibêjin ku ew xwediyê wan zeviyan in û daxwaz dikin ku Kurd ji wan gundan bêne derxistin.
Endamê Encûmena Bajarokê Sergeranê, Bedredîn Yûsif roja 14ê vê mehê têkildarî mijarê ji Rûdawê re gotibû: Hejmarek ereb ku zêdetir ji 300 kesan dibûn, hatin gundê Pelkane, bi mebesta dagîrkirin û dubare bierebkirina gund, hatin nav wan malên gund ku betal bûn. Tevî wê yekê wan êrîşî ser malbatan kir û karekî gelek kirêt kirin. Me jî polîs û Artêşa Iraqê ji wê yekê agahdar kir.
Piştî wan bûyeran Serok Barzanî û Fraksyonên Kurdistanî yên li parlamentoya Iraqê mijar şopandin. Di daxuyaniyekê de ku roja 18ê Gulanê derbarê şewitandina zeviyên çandiniyê yên Xaneqînê de hat belavkirin, Fraksiyonên Kurdistanî yên parlamentoya Iraqê ragihandin, Xaneqîn tûşî rewşeke metirsîdar bûye, hinek alî û destên nediyar kar dikin ji bo têkdana rewşa Xaneqînê. Ew dest û alî bi qestî zeviyên cotkarên Xaneqînê dişewitînin û zirarê digihînin wan.
Di encamê de roja Çarşemî 22ê Gulanê li Dîwana Parêzgeha Kerkûkê, civînek di navbera Parêzgarê Kerkûkê yê bi wekalet, Rêveberê Bajarokê Sergeranê yê bi wekalet, Qayimmeqamê Dûbiz, Fermangeha Çandiniy Kerkûkê û hejmarek ji erebên hawirde yên navçeyê hat lidarxistin. Piştî vê civînê, rê bi cotkarên Kurd ên gundên Pelkane û derdora wê hat dan ku her ser zeviyên xwe û berhemên xwe yên çandiniyê bidirûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse