EFRÎN – Kalê 75 salî bi zorê birin dadgehê: Krîza dil pê re çê bû û mir

24-05-2017
RÛDAW
Dadgeha Gel a ser bi Rêveberiya Xweser
Dadgeha Gel a ser bi Rêveberiya Xweser
Nîşan Dadgeha Gel Rêveberiya Xweser Efrîn PYD Dadgeh Mihemed Hesen Sîdo PDK-S
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Efrînê, endamekî Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriye (PDK-S) di dema lêkolînê de li dadgeha Gel a bajarokê Şêra ya Efrînê rastî sekteya dil hat û jiyana xwe ji dest da.

 

Mihemed Hesen Sîdo temenê wî 75 salî bû, nexweş bû û berî 10 roja, bi hinceta ku Heşîş li mala xwe çandiye, ji aliyê hêzên Asayişa Efrînê ve hatibû girtin.

 

PDK-S jî derbarê tohmetbarkirina endamê xwe de dibêje, ev tohmet ne rast e û mesele siyasî ye, û ji ber ku ew endamê wan bû, hêzên Asayişê Mihemed Hesen Sîdo girtibûn.

 

Kurê Mihemed Hesen Sîdo, Reşîd Sîdo ji Rûdawê re got: “Berî 10 rojan û bi behaneya çandina heşîşê, Asayişa Efrînê êrîşî mala bavê me kiribûn û ew girtibûn û avêtibûne zîndanê. Îro jî di dadgeha gel de bavê me dema ku ji aliyê alîgirên PYDê ve dihate darizandin, rastî sekteya dil tê û jiyana xwe ji dest dide.”

 

Azad Sîdo kurekî din ê Mihemed Hesen Sîdo jî derbarê çawaniya girtina bavê xwe ji aliyê hêzên Asayişê û mirina wî de zanyarî da Rûdawê.

 

Azad Sîdo got: “Di 9ê vê mehê de yekîneyeke ser bi hêzên Asayişê bi hinceta çandina heşîşê bi ser mala me de ya li gundê Bîlan ku girêdayî bajarokê Bilbil a Efrînê ve ye, girtin.”

 

Azad Sîdo da xuyakirin: “Asayişê bavê min ji ber hebûna hin nusxeyên rêziknameya Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriye (PDK-S) û hin weşandên wê partiyê di mal de, desteser kirin û bi xwe re birin.”

 

Sîdo tekez kir: “Piştî girtinê, berî 4 rojan bavê min dane destê dadgeha taybet a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a li bajarokê Şêra û îro di dema lêkolîna bi wî re rastî sekteyê hat.”

 

Azad Sîdo destnîşan kir: “Cenazeyê bavê min ji aliyê çekdarên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve radetsî malbata me hate kirin.”

 

Di berdewamiya axavtina xwe de, kurê Mihemed Hesen Sîdo behsa desthilata PYDê li ser kurdên Rojavayê Kurdistanê kir û da xuyakirin: “Partiya Yekîtiya Demokratîk, ku baskê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Sûriyê ye, desthilata xwe li ser gelê Kurd li herêmên Rojavayê Kurdistanê ferz kiriye.”

 

Azad Sîdo berdewam bû li ser rexnegirtina xwe li hember desthilatdariya Rêveberiya Xweser û got: “Vê desthilatê bi çekên xwe heta çalakî û bangewaziyên sziyên parastina mafên mirovan jî red û qedexe dike.”

 

Mihemed Sîdo ji dayikbûyê sala 1942 bû û li xelkê Efrînê bû. Mihemed Sîdo ji salên berê ve tevlî refên xebata tevgera rizgarîxwaza Kurdî jî bibû.


 

Mihemed Hesen Sîdo



Serkirdeyê PDK-S ji Efrînê Abdulrehman Apo li ser vê mijarê ji Rûdawê re axivî: 


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst