Asayîşa Rêveberiya Xweser du siyasetmedar girtin

Qamişlo (Rûdaw) - Asayişa Rêveberiya Xweser, li Qamişlo nivîsgeha encûmena xewecihî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) girt.

 

Asayişa Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, nivîsgeha encûmena xwecihî ya ENKSê li taxa Kornîşa Qamişlo girt.

 

Endamê Emîndariya Giştî ya ENKSê Tahir Hesaf ragihand ku asayişa PYDê êvara duh Nivîsingeha Encûmena Xwecihî li taxa Kornîş, bi behaneya ku wan ruxset ji Rêveberiya Xweser nestendine girt.

 

Herwiha Hesaf got, ku di dema lidarxistina civîna endamên Encûmena Xwecihî de, karmendên asayîşê derbasî nivîsgehê bûye û ji hemû endaman xwestiye ku derkevin ku deriyê nivîsgehê mohr bike û bigre.

 

Herwiha Asayîşa Rêveberiya Xwesr li Qamişlo avête ser mala Endamê Komîteya Siyasî ya Partiya Yekîtî Silêman Oso û ew jî desteser kir.

 

Di heman demê de duh asayîşa bajarê Qamişlo li ser rêbenda gundê Xizne yê ser bi bajarokê Tirbespiyê ve endamê komîteya navendî ya PDK-Sê Nafi Ebdulla jî girtin.