Generalê hevpeymanan derbarê 2 operasyonan de agahî da Barzanî

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Fermandeyê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, General Sean Barry MacFarland civiyan.

 

Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê belav kir, ku îro sêşemî 24ê Gulanê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li bajarokê Selahedîn ê girêdayî Hewlêrê pêşwazî li Fermandeyê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê li Iraq û Sûriye, General Sean Barry MacFarland û şanda pê re kir.

 

Cîgirê Balyozê Amerîka li Iraq Cosin Kuin û Konsulê Amerîka li Hewlêr Matthias Mitman û çend şêwirmendekî serbazî di vê şandeyê de bûn.

 

Di destpêka hevdîtinê de, General Sean Barry MacFarland bi kurtî di derbarê pêşhatên meydanî yên herî dawî yên şerê li dijî DAIŞê de, operasyona rizgarkirina Felûce û amadekariyên ji bo azadkirina bajarê Mûsilê agahî da Barzanî.

 

General MacFarland û şandeya pê re amaje bi girîngiya berdewamiya hevrêziya di navbera Hêzên Pêşmerge û hêzên hevpeymanan bo rûbirûbû û nehiştina terorê li deverên kirin.

 

Li gorî malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî jî tekezî li ser giringiya hebûna hevrêzî di navbera Hêzên Pêşmege û hevpeymanan de û bi taybet jî di şerê li dijî DAIŞê de kir.

 

Herwiha di beşekî din ê hevdîtinê de, her du aliyan behsa amadekariyên bo operasyona rizgarkirina bajarê Mûsilê ji destê DAIŞê kirin.