PDKÎ: Dibe ku PKK û Îran bi hev re êrişî me bikin

Hewlêr (Rûdaw) – Alîkarê Sekreterê PDKÎ Hesen Şerefî diyar kir ku çi ji destê wan hat kirin ji bo ku di navbera wan û PKKê de şer çênebe lê mixabin şer derket. Şerefî herwiha ragihand, dibe ku hêzên Îranê jî “bi kincên gerîlayên PKKê” êrişî PDKÎ bikin.

Îro danê sibê li deverên sînorî yên Keleşîn, Xinêre û Seqerê, gerîlayên PKKê êrişî pêşmergeyên PDKÎ kirin. Li gorî agahiyên PDKÎ, heta niha 2 pêşmergeyên wan şehîd bûne.

Li ser şerê han, alîkarê Sekreterê PDKÎ Hesen Şerefî ji Rûdawê re got: “Helbet di wî şerî de şehîd û birîndar hene lê heta niha em tam nizanin bêjin çend pêşmerge şehîd û birîndar bûne.”

Hesen Şerefî diyar kir ku wan pir hewl dan ji bo ku şer çênebe lê mixabin PKK hemû hewlên wan pûç kir û şer derket.

Wî rayedarê PDKÎ anî ziman ku hevdem ligel êrişa PKKê li ser hêzên PDKÎ, Îranê jî hêzên xwe li ser sînor kom kiriye û got, ji ber wê jî dibe ku di navbera PKK û Îranê de hemahengiyek hebe.

Li gorî Hesen Şerefî, “Dibe ku hêzên Îranê jî bi kincên gerîlayên PKKê tevlî şerê han bibin.”

Alîkarê Sekreterê PDKÎ anî ziman ku ev cara yekemîn nîne PKK rêya wan digire û got, “Em şer naxwazin çimkî şer û alozî zirarê dide doza kurd lê eger êrişî me kirin emê xwe biparêzin.”

 

Şerefî wiha got: “PKK bersiva hemû hewlên me ji bo çareserkirina wê aloziyê bi çek û fîşekê da. Ew karê PKKê karekî wisa bû ku jiyana hemû Kurdan bi taybet jiyana kurdên Bakur û Rojhilatê Kurdistanê dixe metirsiyê.”

Hesen Şerefî wiha domand: “Em naxwazin bi ti hêzeke Kurdistanê re bikevin nav alozî û nakokiyan. Ji ber ku em di wê baweriyê de ne kurd divê ji bona doza xwe bibin yek, pişta hev bigirin ne li dijî kurdên parçeyekî Kurdistanê li kêleka dijmin bisekine. Lê mixabin siyaseta aliyê din wiha nîne.”

Alîkarê Sekreterê PDKÎ ragihand: “Mixabin ev cara yekemîn nîne di navbera me û PKKê de alozî derdikeve. Me her dem xwe ji aloziyê parastiye, me vê carê jî hewl da alozî çênebe û arîşe bi diyalogê çareser bibe lê wisa xuya bû ku li pişt wan hêzek hebû ku diviya ev bûyer biqewimiya.”

Şerefî wiha got: “Ew cihê ku alozî lê derketiye û PKKê êrişî me kiriye, nêzîkî sînorê Rojhilatê Kurdistanê ye. Herwiha Îranê jî hêzên xwe li wir kom kiriye. Dibe ku hemahengiyek di navbera PKK û hêzên Îranê de ji bo êrişa li dijî me hebe. Belge di destê me de tine ku hêzên îranî jî êrişî pêşmergeyên me kiribin lê dibe ku hêzên Îranê bi kincên gerîlayên PKKê tevlî şer bibin.”

Hesen Şerefî  tekez kir ku, “Ew dever, ji sala 81ê ve bûye kamp û çeperên hêzên kurdî bi taybet hêzên me. Hebûna me li wir tiştekî nû nîne lê ew komploya ku PKK li dijî me dike, tiştekî nû ye. Em li Bakur jî bi wan re pev çûn. Ew dixwaze zorê bikin li hêzên din ên kurdî. Lê em ti carî zordariyê qebûl nakin.”

Alîkarê Sekreterê PDKÎ wiha got: “Em hêvîdar in hemû sazî û hêzên kurdî li dijî vî karê PKKê derkevin û vê aloziyê bidin sekinandin û nehêlin dilê dijminan şa bibe. Lê berjewendiya me herdu aliyan jî tê de be.”

Şerefî gotina xwe wiha qedand: “Tiştekî normal e dema em yan her kesek rastî êrişekê bên, ku xwe biparêzin. Hêviya me ji Herêma Kurdistanê heye ku guvaşê li PKKê bike da ku dest ji van kiryarên li dijî welat û Kurdayetiyê berde, ji ber ku ew kiryar nakevin berjewendiya gelê kurd.”