Salih Mislim: Sûriyê li ser destê rejîm û opozîsyonê wêran bûye

24-05-2014
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim diyar kir Kurd li Sûriyê beşekin ji şoreşa Sûriyê ya ku di adara sala 2011an de destpêkir û pişt re ber bi şerekî navxweyî ve hat guhertin.

Salih Mislim ku ev çend rojin bi serdanekê li Berîtanyaye, duh li Londonê tevlî diyalogekê bû ku ji aliyê encûmena têkiliyên derve yên Ewropayê ve hatibû organîzekirin.

Li gor malpera fermî ya PYDê, Mislim di wê diyalogê de bal kişande ser rêveberiya xweseriya demokratîk a ku di dawiya meha çile ya borî de ji aliyê PYD û hevlabendên wê ve hatiye ragihandin.

Mislim derbarê rêveberiyê de got ku “rêveberiyê heta niha kariye navçeyên xwe ji êrîşên terorîstan biparêze û gelek xizmetan bigihîne gel û civakê”.

Derbarê rewşa Sûriyê de, hevserokê PYDê tekîd kir ku Kurd beşekin ji şoreşa Sûriyê, lê got “Di navbera opozîsyona çekdarî û rejîmê de ku Sûriyê wêran kirine, Kurdan xeta sêyem hilbijartine û ji destpêkê de bi çareseriya aştiyen re bûn”.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst