PWK: Em komkujiya ku li Ermeniyan hatiye kirin rûreş dikin

24-04-2024
RÛDAW
Nîşan PWK Jenosîda Ermeniyan Dewleta Osmanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - PWKyê bûyerên 1915an ên ku Ermenî rastî wan hatin şermezar kirin û ragihand ku “Dewleta Osmanî di sala 1915an de nêzikî 1,5 milyon Ermenî bi awayekî plankirî qetil kirin."

Împaratoriya Osmanî 1915an dest bi qirkirina gelê Ermen kir û li gorî zanyariyan di komkujiya ermeniyan de zêdetirî 1,5 milyon Ermenî ji aliyê leşkerên Osmanî ve hatin kuştin.

Piraniya dîroknasan tevgera Împaratoriya Osmanî ya ji 1915an heta 1923yan a li dijî Ermenî û pêkhateyên din ên etnîkî û olî wekî komkujiyê qebûl dikin.

Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) bi boneya salvegera vê komkujiyê peyamek belav kir.

“Jenosîda Ermeniyan qirkirina miletekî ye”

PWKyê di peyama xwe de got:

“Jenosîda Ermeniyan yek ji jenosîdên mezin ên cîhanê ye.

Jenosîda Ermeniyan qirkirina miletekî ye û bi destê Dewleta Osmanî (Rêveberiya İttihat Terakî) ve hatiye kirin.”

PWKyê hemxemiya xwe ji bo gelê Ermenî nîşan da û got:

“Em di 109emîn salvegera jenosîda Ermeniyan de careke din Dewleta Osmanî (Rêveberîya İttihat Terakî) û hemû alîkarên wan bi tundî rûreş dikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst