Li Amedê şivanek winda ye: Bi kûçikan lê digerin

24-04-2024
RÛDAW
Nîşan Şeyhmus Arslan Şivan Winda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çêrmûgê ya Amedê xebatên lêgerînê yên şivanê bi navê Şeyhmus Arslan berdewam in.

Şeyhmus Arslan ji roja sêşemê ve winda ye.

Roja sêşemê li taxa Akçaortenê ya navçeya Çêrmûgê şivanê bi navê Şeyhmus Arslanê 20 salî ji malê derket û venegeriya.

Xizm û kesûkarên wî li bi pey şivanê navborî çûn da ku bibînin lê nehat dîtin û wan agahî da aliyên pêwendîdar.

Piştî agahdarkirinê tîmên Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD), cenderme û tîmên rizgarkirinê çûn gund.

Tîman bi dron û kûçikên lêgerînê li derdora gund û di nav gola gund de ji bo dîtina Şeyhmus Arslan xebat dan destpêkirin.

Li gorî zanyariyan îro jî xebatên tîman berdewam bûn û şivanê 20 salî hîn nehatiye dîtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst