Çûyîna ser çiyayên Cûdî û Gabarê 15 rojan qedexe ye

24-04-2024
RÛDAW
Nîşan Çiyayê Gabarê Çiyayê Cûdiyê Qedexe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li çiyayên Cûdî û Gabarê yên li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê ji sibe heta 15 rojan qedexe hat ragihandin.

Qedexe di çarçoveya yasaya leşkerî de hatiye ragihandin.

Parêzgariya Şirnexê bi daxuyaniyekê çiyayên Cûdî û Gabarê 15 rojan wekî “herêma ewlehiyê ya taybet” ragihand.

Parêzgariya Şirnexê di daxuyaniya xwe de anî ziman:

“Bi armanca ewlehiya neteweyî, dabînkirina ewlehî û aramiya raya giştî, rêgirîkirina bûyerên tundûtûjiyê û bûyerên neyînî di çarçoveya yasaya 2565 a Herêmên Qedexe yên Leşkerî û yasaya Herêmên Ewlehiyê li Çiyayê Gabarê yê di sînorê navçeya Basayê de û li Çiyayê Cûdî yê di nav sînorên navenda Şirnexê û navçeyên Cizîr û Silopyayê de di navbera 25ê Nîsanê û 9ê Gulanê de 15 rojan qedexe hat ragihandin.”

Parêzgariyê ji welatiyan xwest ku ji bo ewlehiya can û malên xwe neçin herêmên qedexe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst