Li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê bi hinceta PYDyê kesek hat girtin

24-04-2024
RÛDAW
Nîşan Riha Rojavayê Kurdistanê PYD
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li ser sînorê parêzgeha Rihayê û Rojavayê Kurdistanê, bi hinceta endamtiya PYDyê kesek hat girtin.

Medyaya fermî ya Tirkiyeyê îro îdia kir ku dema “endamekî PYDyê” dixwest ji Rojavayê Kurdistanê derbasî Bakurê Kurdistanê bibe li ser sînorê Rihayê hat desteserkirin.

Li gorî nûçeyê, operasyon li ser zanyariyên îstixbarî hatiye kirin û derbarê kesê hatiye desteserkirin de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Li ser sînorê Rihayê û Rojavayê Kurdistanê roja 19ê Adara 2024an kesek, roja 12ê Adara 2024an 2 kes, roja 24ê Kanûna Paşîna 2024an kesek, roja 4ê Kanûna Pêşîna 2023yan kesek, roja 29ê Çiriya Peşînê 2023yan kesek, roja 5ê Çiriya Paşîna 2023yan kesek û roja 19ê Çiriya Paşîna 2023yan jî kesekî din bi hinceta endamtiya PYDyê hatibûn desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst