Li Êlihê qeza: Pitikek û 3 zarok birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Êlihê di encama qezayeke trafîkê de pitikeke 8 mehî û 3 zarok birîndar bûn.

Otomobîla ku Muslum Cankurt diajot li xaçerêya pîşesaziyê ya Bûlwara Demokrasiyê li kesên ku dixwest derbasî pêşberî rê bibin, xist.

Di qezayê de pitika 8 mehî Delal Asya, xwîşka wê Zelal S. (15), Belînay Berfîn G. (16) û Elîf E. (15) birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê qezayê.

Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Êlihê.

Hat ragihandin ku rewşa 3 zarokan giran e.

Şofêrê otomobîlê Muslum Cankurt jî hat desteserkirin.