Li Dihokê şewat: Kesek birîndar bû

24-04-2024
Nîşan Dihok Şewat Tanker
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li herêma pîşesaziyê ya Kiwaşê ya Dihokê agir bi tankerekê ket û ajokarê wê birîndar bû.

Xwediyê tankerê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn, dema ku wan hewl daye mazotê berdin tankerê agir pê ketiye.

Li gorî agahiyên ku xwediyê tankerê dane, beşek ji laşê ajokarê tankerê şewitiye lê rewşa wî ya tenduristiyê baş e.

Li hêla din, ji ber ku tanker nêzîkî dikaneke bûye hinek kel û pelên li wê dikanê jî şewitîne.

Timên parastinê yên sivîl agir kontrol kiriye û bi vî awayî rê li ber teqîna tankerê hatiye girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst