Li Rojhilatê Kurdistanê 3 kes bi birûskê mirin

24-04-2023
RÛDAW
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Loristan Kirmaşan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Kirmaşan û Loristanê ji ber birûskê 3 welatiyan jiyana xwe ji dest dan.

Ji roja Yekşemê ve pêleke barîna baranê beşeke navçeyên Rojhilatê Kurdistanê daye ber xwe, û aliyên peywendîdar hişyarî dane xelkê.

Rêveberê nahyeya Kohenanî ya bajarê Kuhdeşta Loristanê duh bi şev ji IRNA ajansa fermî ya nûçeyan a Iranê re ragihandiye ku, zilamekî 45 salî yê xelkê gundê Şurabeya Behram Beg, ji ber lêdana birûskê jiyana xwe ji dest daye.

Li parêzgeha Kirmaşanê jî her heman rojê di encama birûskê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Qaymeqamê navçeya Gilanxerbê li parêzgeha Kirmaşanê, Wehîd Mihemedî ragihandiye, bûyerek lêdana birûskê li gundê Behramwendî ya nahyeya Guwar a Gîlanxerbê çêbûye û jineke 60 salî ku di nav zewiyeke çandiniyê de bûye, birûskê lê daye û jiyana xwe ji dest daye.

Serokê Hawarçûna Lezgîn a Zanîngeha Pijîşkî ya Kirmaşanê, Mesûd Qelê-Sifîdî jî derbarê mirinên bi birûskê de agahiyên cuda dane.

Mesûd Qelê-Sifîdî sibeha îro ragihand, roja bihorî di encama lêdana birûskê de li gundê Su Xor Ebdî ya nahyeya Heyderiye ya Gîlanxerbê jineke 65 salî jiyana xwe ji dest daye.

Herwiha li gor Qelê-Sifîdî, cotkarekî ji gundê Hesenava ya Jêrîn a ser bi navçeya Dînewer a bajarê Sehneyê jî bi birûskê jiyana xwe ji dest da.

Wî rayedarê tendirustiyê yê Kirmaşanê daye xuyakirin, keşnasiya parêzgeha Kirmaşanê hişyariya birûskê daye û divê xelk xwe biparêzin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst