Nêçîrvan Barzanî: Divê bêtir xizmeta Qeladizê bê kirin

24-04-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di 49mîn salvegera bombebarankirina Zanîngeha Silêmaniyê û bajarê Qeladizê de peyamek belav kir û ragihand: Divê zêdetir xizmeta navçeyê û xelkê wê bê kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de şehîd û birîndarên karesata bombebarankirina Qeladizê bi bîr tîne û dibêje: “Bi armancgirtina Zanîngeha Silêmaniyê û bajarê Qeladizê, hewleke din a sernekeftî ya rejîmê ji bo şikandina îradeya gelê Kurdistanê û tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê bû.”

Nêçîrvan Barzanî dibêje, “Lê belê şehîdkirina xwendekar û mamostayên zanîngehê û xelkê sivîl ê Qeladizê moral û hêzeke zêdetir da giyanê rûbirûbûnê yê gelê Kurdistanê û li ser daxwazên xwe yên rewa û xebat û têkoşîna xwe ya bo azadiyê bêtir berdewam bû.”

Serokê Herêma Kurdistanê di beşeke din a peyama xwe de piştgiriya xwe bo daxwazên xelkê Qeladizê nîşan dide û dibêje: “Divê di hemû warî de bêtir xizmeta navçeyê bê kirin.”

Nêçîrvan Barzanî herwiha da xuyakirin: “Devera Pişder hertim keleha şoreş û serhildanên Kurdistanê bûye û di rêya azadiyê de şehîd û qurbaniyên gelek mezin dane.”

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst