Serok Barzanî: Îradeya Kurdistanê li dijî zilm û dagirkeriyê biserket

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Barzanî di salvegera bombebarankirina Zanîngeha Silêmaniyê û bajarê Qeladizê de peyamek belav kir û têde dibêje: “Ev karesat zulmeke mezin û rûpeleke din a hovîtiya rejîma Beis a li dijî gelê Kurdistanê bû.”

Bi boneya 49emîn salvegera bombebarankirina Zanîngeha Silêmaniyê û bajarê Qeladizê, Serok Mesûd Barzanî îro Duşemê 24ê Nîsana 2023an peyamek weşand.

Di peyama xwe de Serok Barzanî ragihand: “Di salvegera bombebarankirina bajarê Qeladizê û Zanîngeha Silêmaniyê di 24/4/1974 de, silav li giyanê pak ê şehîdên wê karesatê û hemû şehîdên Kurdistanê. Ev karesat zulmeke mezin û rûpeleke din a hovîtiya rejîma Beis a li dijî gelê Kurdistanê bû.”

Serok Barzanî dibêje: “Lê belê hêz û îradeya gelê Kurdistanê ji balafir û Napalmê bihêztir bû û di dawiyê de îradeya Kurdistanê li dijî zilm û dagirkeriyê biserket.”

Beriya 49 salan di 24-4-1974an de çend firokeyên rejîma Beis a Iraqê bajarê Qeladize bombebaran kirin û di encamê de 467 kes hatin kuştin û birîndarkirin.

Beşek ji kuştî û birîndaran, xwendekar û mamostayên zanîngeha Silêmaniyê bûn, ji ber ku ji tirsa hikûmeta Beisê zanîngeh bar kiribûn Qeladizê.