Li Wanê bi îdîaya qaçaxçîtiya koçberan 2 kes hatin girtin

24-04-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ji 5 kesên hatibûn desteserkirin 2 ji wan bi îdîaya qaçaxçîtiya koçberan kirine ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.

Li gor daxuyaniya Rêveberiya Emnî ya Wanê, tîmên Şaxa Deriyên Sînor û Rûbirûbûna Qaçaxçîtiya Koçberan di rojên navbera 17 û 23ê Nîsanê de di çar operasyonan de bi îdîaya qaçaxçîtiya koçberan 5 kes desteser kiribûn.

Herwiha piştî karûbarên yasayî yên her 5 kesan, îro Duşemê 24ê Nîsana 2023an 2 kes ji wan bi biryara dadgehê bi heman îdîayê hatin girtin.

Hatiye ragihandin ku 3 kesên din jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst