Li Şirnexê êrîşa çekdarî: Kesek hat kuştin û 2 kes birîndar bûn

24-04-2023
RÛDAW
Nîşan Şirnex Hezex Êrîşa Çekdarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Hezexê ser bi parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê hinek kesên çekdar bi ser 2 malan de girtine û di encam de kesek hatiye kuştin û 2 kes jî birîndar bûne.

Ajansa fermî ya Tirkiyê ragihandiye, li gundê Zergûza yê Jêrîn ser bi navçeya Hezexa Şirnexê ve şeva borî hinek kêsên çekdar bi ser du malan de girtine û di encam de 3 kes birîndar bûne.

Piştî agahdarkirinê tîmên tendirustiyê çûne cihê bûyerê û her sê kesên birîndar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê hatine veguhestin.

Lê ligel hemû midexaleyan kesê bi navê Hasan Y. canê xwe ji dest daye û dermankirina her du birîndarên din Abdullah E. û Eşref E. berdewam e.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê ji bo girtina kesên êrîş kirine bi piştgiriya hêzên esmanî operasyonek dane destpêkirin.

Heta niha derbarê bûyerê de ti hûrgilyên din nehatine belavkirin ka sedem çi bûye û çima êrîş hatiye kirin.


 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst