Mêşvanên Colemêrgê îsal bi hêvî ne

Hewlêr (Rûdaw) - Mêşvanê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ji ber dewlemendiya nebatên xwe yên dewlemend berê xwe didin zozanên Colemêrgê.

Colemêrg bi hingivê xwe yê kulîlkan navdar e. Îsal ji ber ku berf û baran baş bariye, hilberînerên hingivê kulîlkan ên li Colemêrgê ji bo demsala nû bi hêvî ne.

Mêşvan Adnan Yîgît dibêje "Ev dever ji bo mêşvanan cihek gelek başe. Mêrgên Hekarî gelek binav û dengin, bo wê hingivê wê jî bê wêneye. Ya gul û kulîlka ne."

Mêşvan li zozanên Colemêrgê beşekî zêde yê roja xwe bi siwaxkirin û pakkirina kewaran re derbas dikin

Par li Bakurê Kurdistanê hişkesaliyê ziyaneke mezin gihandibû mêşvaniyê. Lê îsal kêfa wan xweş e.

Par ji her kewareke mêşan 10 kîlo hingiv derdiket û îsal pêşbînî dikin 25 kîlo derkeve.

Mêşvan Ekrem Kutluk got "Gul û hingivê Hekarî binav û denge. Her kes wê yekê dizane. Em hingiv dişînin Stenbol, Îzmîr û Enqere. Her wiha dişînîn Wanê. Em îsal keyfxweşin baran û berfeke baş barî. Bi hêviya Xudê em bihêvîne."

Li gor rapora mêşvanên Colemêrgê, salane nêzîka 200 mêşvan ji parêgehên Tirkiye têne Colemêrgê. Colemêrg wek paşayê hingivê Bakurê Kurdistanê û Tirkiye ye û li gorî çîrokên kevin, di dema Osmaniyan de ji vir hingiv dibirin koşka Sultanên wê demê.