Welatiyekî li Kobanî: Birayê min ji Newrozê ve winda ye
Hewlêr (Rûdaw) - Welatiyekî ji bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê dibêje ku ji Newrozê ve birayekî winda ye û ew ti agahiyekî derbarî wî de nizanin.
Welatiyê li Kobanî Şivan Hesen îro Duşemê ji Rûdawê re got: "Ji Newrozê heta îro birayekî bi navê Kukecan winda ye û em ti hûrgilîyan nizanin"
Kukacan Hesen 16 salî ye û birayê wî Şivan diyar kir ku Kukecan beriya niha qet qala ger û geştê nedikir an jî ji malê dûr neketibû.
Her wiha wî welatiyî diyar kir ku ji bo agahiyekî derbarê birayê xwe de bizane wan serdana Asayîşa Kobanî kiriye, lê jê re gotine ku ew ne ba wan e.