Welatiyekî li Kobanî: Birayê min ji Newrozê ve winda ye

24-04-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Welatiyekî ji bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê dibêje ku ji Newrozê ve birayekî winda ye û ew ti agahiyekî derbarî wî de nizanin.

Welatiyê li Kobanî Şivan Hesen  îro Duşemê ji Rûdawê re got: "Ji Newrozê heta îro birayekî bi navê Kukecan winda ye û em ti hûrgilîyan nizanin"

Kukacan Hesen 16 salî ye û birayê wî Şivan diyar kir ku Kukecan beriya niha qet qala ger û geştê nedikir an jî ji malê dûr neketibû.

Her wiha wî welatiyî diyar kir ku ji bo agahiyekî derbarê birayê xwe de bizane wan serdana Asayîşa Kobanî kiriye, lê jê re gotine ku ew ne ba wan e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst