Di projeyekê de zarokekî 9 salî 500 pirtûk belav kirin

24-04-2023
Peyam Serbest
Peyam Serbest
Di projeyekê de zarokekî 9 salî 500 pirtûk belav kirin
Di projeyekê de zarokekî 9 salî 500 pirtûk belav kirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Parka Şanedar a Hewlêrê 500 pirtûk û belavok bê pere li zarokan hatin belavkirin. Pirtûk bi boneya Roja Cîhanî ya Xwendina Pirtûkan di çarçoveya projeya "Xwendina bo hiş " de hatin belavkirin.  Xwediyê projeyê Mihemed Xazî yê 9 salî ye û bavê wî jî bi erka xwe pirtûk kirîne û fikrê kurê xwe pêk anî.

Xwediyê fikra projeya pirtûk xwendinê Mihemed Xezî ji Rûdawê re got: "Min xwest ku sûd ne tenê ji bo min hebe, herwiha min xwest sûd bigihêje zarokên din jî, ji ber vê yekê em îro pirtûkan belav kirin. Heta niha min nêzî 100 pirtûk xwendine, eger bihejmerin zêdetir in.”

Xezî Mistefa bavê Mihemed dibêje, "Kurê min di projeya xwe de behsa wê yekê dike ku çawa wî sûd ji xwendina pirtûkan wergirt û dixwaze zarokên din jî sûdê ji pirtûkan werbigire.  Ji sala 2020an heta niha bi qasî 400 pirtûkên biçûk li dibistan û zarokan dabeş kiriye." 

Mihemed bi bavê xwe re çend caran pirtûk birin dibistanên gundan û dibistan xwe. Li Parka Şanedarê Mihemed û bavê xwe ji bilî pirtûkan, şîranayî û diyarî jî li xelkê belav kirin.  

Ebdullah Dîdar ku serdana projeyê kiriye dibêje: “Niha ez gelekî ji xwendina pirtûkan hez dikim. Ez dê dîsan dest pê bikim, ji ber ku gelek xweş e û ez dê sûdê jê werbigirim.”

23ê Nîsanê her sal weke Roja Pirtûk û Mafê Nivîskaran a Cîhanê tê pîrozkirin. Ev roj di 28 emîn rûniştina Kongreya Giştî ya UNESCO'yê ya sala 1995an de bi navê " World Book and Copyright Day " biryar hate dayîn.  

Di vê rojê de li piraniya cihên cuda yên cîhanê pirtûk wek diyarî di navbera xwendevan û nivîskaran de tên dayîn û hevdû pîroz bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst