Li Stenbolê bo bîranîna Komkujiya Ermeniyan rê nehat dayîn

24-04-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Platforma Bibîranîna 24ê Nîsanê ragihand ku parêzgariya Stenbolê rê nedaye çalakiya wan ku dê bo bîranîna Komkujiya Ermeniyan bikirana.

Platforma Bibîranîna 24ê Nîsanê derbarê qedekirina bîranîna Komkujiya Ermeniyan a parêzgarê Stenbolê de daxuyaniyek belav kir.

Li gor daxuyaniyê, Platformê bi armanca ku li qada Barbarosê ser bi navçeya Beşîktaşê çalakiya protestokirina 24ê Nîsana 1915an bikin serî li parêzgariya Stenbolê dane lê wek bersiv hatiye gotin ku “ne guncav e”.

Platformê amaje bi wê yekê daye ku ev çend sal in bo bîranîna komkujiyê çalakî tên kirin, lê îsal hatine qedexe kirin. Platform dibêje li parêzgeha Stenbolê qedexekirina çalakiyên bîranîna Komkujiya Ermeniyan biryareke siyasî ye û ne dadwerî ye. Platform ji parêzgariyê daxwaz dike ku biryara xwe careke din di ber çav re derbas bike.

Komkujiya Ermeniyan di salên dawîn ên Împeratoriya Osmaniyan de 24ê Nîsana 1915an destipê kir û heta salekê berdewam kir. Li gor texmînan di dema komkujiyê de milyonek û 500 hezar Ermenî hatine kuştin. Sala derbasbûyî ew komkujî bi biryara Serokê Amerîkayê Joe Biden, ji aliyê Amerîkayê ve bi aweyek fermî hatibû naskirin û Tirkiyê wê demê nerazîbûn nîşan dabû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst